"Em îro dest bi dayîna alîkariyên ji bona cotkaran dikin"
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir îro bi tevahî bi 490 milyon lireyî di serî da çandiniya organîk di gelek xalan da wê dest bi dayîna alîkariyê bikin.

Izmir
ÎZMÎR
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir îro bi tevahî bi 490 milyon lireyî di serî da çandiniya organîk di gelek xalan da wê dest bi dayîna alîkariyê bikin.
Pakdemirlî di roja duyemîn da di Foruma Aboriyê ya Egeyê ku bi hevkariya Weqfa Pêşvabirina Egeyê, NTV û Koma Ozgencilê tê lidarxistin da axivî.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir di nav 6 mehên pêş da di mijara heywanên tên serjêkirin da wê îdxalat neyê kirin û wiha peyivî: "Ez dikarim bibêjim ku li Tirkiyeyê xwarina goşt ji 6 kîloyan derketiye 15 kîloyî û hilberîna goşt jî ji sedî 70 zêde bûye. Ji bona di îdxalata goşt da pêwistiya me ya bi derva nemîne bernameyeke bo 3 salan lazim e. Di nav sala 2021an da Tirkiye wê bi temamî di vê mijarê da ji îdxalatê xilas bibe."
Bekir Pakdemirlî diyar kir mijara goştê erzan wekî berpirsiyariyeke civakî dibînin û wiha got: "Di 3 markêtên mezin yên ku li 81 bajarên Tirkiyeyê teşkîlatên wan hene qiyme 29 û goştê hûrkirî 31 lire ye. Em dixwazin ev dewam bike."
Pakdemirlî destnîşan kir îro bi tevahî bi 490 milyon lireyî di serî da çandiniya organîk di gelek xalan da wê dest bi dayîna alîkariyê bikin.