Aborî

Der Spiegel: Hikûmeta Alman pêşî li ber vekir ku Tirkiye balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê bikire

Cüneyt Karadağ  | 23.07.2025 - Rojanekırın : 23.07.2025
Der Spiegel: Hikûmeta Alman pêşî li ber vekir ku Tirkiye balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê bikire

Berlin

 Hat îdiakirin ku Almanyayê ji bo Tirkiyeyê firotina 40 balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê pesend kir.

Di nûçeya kovara Der Spiegelê da hat îdiakirin ku Konseya Federal a Alman daxwaza kirîna 40 balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê ya Tirkiyeyê pesend kir.

Li gor kovarê, Tirkiyeyê di Adara 2023yan da daxwaz kiriye û Konseyê ev daxwaz pesend kir û balafir wê bi parçeyên ku ji Almanyayê tên tedarîkirin va li Îngiltereyê werin çêkirin.

Her wiha Spiegelê îdia kir, Tirkiyeyê soz da ku van balafiran li dijî endamekî din ê tifaqa NATOyê bi kar neyne.

Digel Îngiltere û Almanyayê konsorsiyuma ku Îtalya û Îspanya jî tê da ye Eurofighteran çêdike. Heta ku hikûmeta Alman pesend neke, şirîkên din nikarin van balafiran bifiroşin welatên din.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.