Aborî

Dahata ji îxracata îsotê di nîvê ewil ê salê da ji sedî 46 zêde bû

Eşber Ayaydın  | 21.07.2021 - Rojanekırın : 27.07.2021
Dahata ji îxracata îsotê di nîvê ewil ê salê da ji sedî 46 zêde bû

Şanlıurfa

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Yekîtiyên Îxracatvanên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê berhev kir, par bo 107 welatan bi bihayê 7 milyon û 637 hezar dolarî îsot hat îxrackirin.

Îsal di nîvê ewil ê salê da li gorî heman serdema par, îxracata îsotan sedî 46 zêde bû û derket 4 milyon û 730 hezar dolarî.

Di çaryeka ewil da bo 96 welatên wekî Almanya, Hollanda, Îngiltere, Iraq, Amerîka, Fransa, Rûsya, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Nijerya, Kuba, Paraguay, Libya, Kanada, Umman, Japonya, Urdin, Etiyopya, Misir, Malta û Kenyayê 1913 ton îsot hat îxrackirin.

Serokê Meclisa Borseya Bazirganiya Rihayê Îsa Kizildemir ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, îsota Rihayê digel nava welêt, li dervayî welêt jî eleqeyeke zêde dibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın