Aborî

BOTAŞê Mercuria û Woodside Energyê ra peymanên LNGyê yên demdirêj îmze kirin

Başak Erkalan  | 24.09.2025 - Rojanekırın : 24.09.2025
BOTAŞê Mercuria û Woodside Energyê ra peymanên LNGyê yên demdirêj îmze kirin

Ankara

 Di navbera AŞya Veguhestina Petrolê bi Xetên Boriyê va û ji komên pêşhatî yên vejenê yên dinyayê Mercuria û Woodside Energyê da peymanên demdirêj ên dabînkirina xaza siruştî ya rohnkirî (LNG) hatin îmzekirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî, di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da Serokomar Recep Tayyip Erdogan li New Yorkê hevdîtinên xwe didomîne û di demeke wiha da di warê vejenê da peymanên dîrokî hatin îmzekirin.

Peymana dabînkirina LNGyê ya di navbera Mercuria û her wiha BOTAŞê da, ku saziya dewletê ya Tirkiyeyê ya ji binesaziya petrol û xazê û bazirganiya xazê berpirsiyar e, ji hêla Abdulvahit Fidanê Midûrê Giştî yê BOTAŞê û Daniel Jaeggiyê Serokê Mercuriayê li Turkeviya li New Yorkê hat îmzekirin.

Di daxuyaniyê da cih dan nêrînên Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar jî ku wiha got, "Îro di navbera BOTAŞ û Mercuriayê da ji bo 20 salan peymana dabînkirina LNGya jêder Amerîka hat îmzekirin ku beramberî qedera 70 milyar mêtrokûpî xaza siruştî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın