Bihayê warîlê nefta brent ji sedî 9 şikest û bû 96,96 dolarî
Ankara
Bihayê warîlê nefta brent di piyaseyên navneteweyî yên bi wade da ji sedî 9 şikest û bû 96,96 dolarî.
Bihayê warîlek nefta brent ê ku roja înê derket heya 107,37 dolarî, roj bi 106,41 dolarî temam kir.
Bihayê warîlek nefta brent îro ji saet 14.21ê û pê va li gorî girtina roja înê, ji sedî 9 şikest û bû 96,96 dolarî. Di heman kêliyê da warîlek nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 87,75 dolarî hat firotin.
Di şikestina bihayê neftê da daxuyaniya Serokê Amerîkayê Doland Trump bi tesîr bû ku di daxuyaniya xwe da gotibû ku wî telîmat da Wezareta Şer ku her cure êrîşa eskerî ya dijî binesaziya vejenê û santralên vejenê yên Îranê, ji bo pênc rojan bi paş da bixe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
