Aborî

Bi alîkariya dewletê tesîsa sak û gamêşan ava kir

Necat Emreyê li Mûşê heywandariyê dike bi alîkariya dewletê di tesîsa ku ava kir da 153 sak û gamêşan xwedî dike

Nihat Kavşut  | 15.08.2019 - Rojanekırın : 20.08.2019
Bi alîkariya dewletê tesîsa sak û gamêşan ava kir

Muş

Necat Emreyê li Mûşê heywandariyê dike bi alîkariya dewletê di tesîsa ku ava kir da 153 sak û gamêşan xwedî dike.

Emreyê li gundê Yarpuzluya (Soxkom) ku 8 kîlomêtro dûrî Mûşê ye dijî bi projeya ku pêşkêşî Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Mûşê kir alîkariya hîbeyê hilda û tesîsa ku di 2017an da dest pê kir par qedand.

Bi alîkariya dewletê tesîsa sak û gamêşan ava kir

Necat Emreyê li Mûşê heywandariyê dike bi alîkariya dewletê di tesîsa ku ava kir da 153 sak û gamêş xwedî dike. ( Sabri Yıldırım - Anadolu Agency )

Necat Emre daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ji zarokatiya xwe da dixwaze çêwlika sak û gamêşan ava bike.

Bi alîkariya dewletê tesîsa sak û gamêşan ava kir

Emre destnîşan kir bi saya projeya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Mûşê çêwlik ava kiriye û wiha got: "Min ji bona çêkirinê 2 milyon û 200 hezar lire xerc kir. Bi 400 hezar lireyî min heywan kirîn. Min qederê 3 milyon lire lê mesref kir. Tesîsa me li ser kirîn û firotinê ye. Ji bona ji çêwlikê baştir bê îstifadekirin dixwazim tesîsa entegreyê ya mast, şîr, dew, tû, penêr û rûnê nivîşk ava bikim. Di vî warî da xebatên min dewam dikin. Hedefa min ew e salê herî kêm 200 sakên gamêşan bifiroşim." 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın