Göksel Yıldırım
11 Îlon 2024•Rojanekirin: 12 Îlon 2024
Endama fîloya Bayraktar TB2yê ya ku bi nimroya poçikê ya S5ê va di sala 2014an da ket envanterê, maweya firînê ya 10 hezar saetî bi serkeftî temam kir û bû yekem dron ku emrê gewdeya wê xilas bû.
Li gorî daxuyaniya Baykarê, Bayraktar TB2 ya ku ji hêla Baykarê bi awayekî neteweyî û resen hat dahênan, pêngaveke din a girîng jî derbas kir.
Drona Bayraktar TB2 ya ku bi nimroya poçikê ya S5ê va di sala 2014an da ket envanterê Fermandariya Hêzên Bejayî, 10 hezar saetî firiya û emrê xwe kuta kir.
Drona Bayraktar TB2 S5 ya ku bi xatirxwestinê va dawî li peywira xwe anî, dê ji niha şûnda jî di firînên perwerde û testê yên Baykarê da cih bigire û dê wekî balafira lêkolînê ya dewra emrê gewdeyê were bikaranîn.