Armanc ew e ku li fabriqeyên Mûş û Wanê 76 hezar û 10 ton şekir were hilberandin
Muş
Armanc ew e ku li 2 fabriqeyên li Mûş û Wanê, bi silkên ku ji cotkarên herêmê tên sitandin, 76 hezar û 10 ton şekir were hilberandin.
Li Mûşê di çarçoveya "Kampanyaya Kirîna 44emîn a Silkên Şekir" da, li 56 gundan 1530 cotkar silkên şekir ên ku li ser 60 hezar deqar erdî çandibûn tên berhevkirin û bi kamyon û traktoran radestî Pîşesaziya AŞyê ya Hilberîna Şekir a Mûşê dikin.
Li Wanê, 942 cotkar, ji qadeke 47 hezar û 420 donimî silkan berhev dikin û dişînin fabrîqeya li navçeya Erdîşê.
Silkên ku piştî di fabrîqeyan da ji ax û heriyê tên paqijkirin, dixin siloyan û bi rêya cokeke diherikin fabrîqeyê û li wir jî bi ava zextkirî tên şûştin.
Silk tên qeşartin, rendekirin, kelandin û perçiqandin. Dûv ra jî şerbet di bin germahiyeke bilind da tên parzinandin, tê krîstalkirin û dibe şekir.
Hilberîna li 2 fabrîqeyan ku beşek giring ji pêdiviyên şekir ên welêt bi silkên ku ji cotkaran têne kirîn tê dabînkirin, ev yek him fêdê li cotkarên herêmî û him jî li aboriya welêt dike.
Îsal tê payîn ku fabrîqeyên navborî 560 hezar ton silk ji cotkaran bikirin û armanc dikin ku ji van silkan 76 hezar û 10 ton şekir hilberînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
