AJet dê 3yê Mijdarê dest bi geştên asîmanî yên rasterast yên Enqere - Bexdayê bike

Istanbul
AJet dê 3yê Mijdarê dest bi geştên asîmanî yên rasterast yên Enqere - Bexdaya paytexta Iraqê bike.
Li gorî daxuyaniya şirketê, AJet a ku ji Stenbolê ber bi Bexdayê va seferên wê hebûn, di çarçoveya geşepêdana xetên derva li Enqereyê gaveke nû diavêje.
Di vê çarçoveyê da 3yê Mijdarê ji Enqereyê ber bi Bexdayê va dest bi seferên rasterast dike. Ewê sefer heftiyê 3 rojan, rojên duşem, çarşem û înê bên kirin.
Seferên ji Bexdayê ber bi Enqereyê va jî ewê roja sêşem, pêncşem û şemiyê bên kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.