Agbalê Serokê TCMByê: Texmîna me ew e ku enflasyonê di dawiya 2021ê da bibe ji sedî 9,4

Istanbul
Serokê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) Nacî Agbal got, "Texmîna me ew e ku enflasyonê di dawiya 2021ê da bibe ji sedî 9,4, enflasyona 2022yan bibe ji sedî 7, di dawiya 2023yê da jî dakeve ji sedî 5ê û îstiqrarê qezenc bike."
Agbal di civîna agahdarkirinê ya online a Rapora Enflsayonê ya 2021-1ê" da axivî.
Agbal got, "Di van mehên dawîn da daketina kurên dowîzê nîşan dide ku tesîra kurê ya li ser enflasyonê wê kêm bibe. Me texmîna enflasyonê ya Rapora Enflasyonê ya Cotmehê parast."
Agbal li ser texmîna enflasyonê sekinî û wiha axivî: ""Texmîna me ew e ku enflasyonê di dawiya 2021ê da bibe ji sedî 9,4, enflasyona 2022yan bibe ji sedî 7, di dawiya 2023yê da jî dakeve ji sedî 5ê û îstiqrarê qezenc bike. Di nav rêya texmînê ya me parve kir da em ê di 2023yan da bigihêjin ji sedî 5an. Ji bo bigihêjin vê hedefê, rejima hedefên enflasyona 2021ê ew ê bi biryardarî werin pêkanîn.
Agbal derbarê kêmkirina faîzê da jî wiha got, "Li gor me ji bo axaftina li ser daxistina faîzê hê zû ye."
Agbal li ser enflasyona xidayê jî sekinî û wiha xeberda, "Enflasyona xurekê li ser pêkanîna enflasyona 2021î rîskeke mezin e."