Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka sêyem a salê da ji sedî 3,7an mezin bû
Ankara
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên hasileya nesafî ya nêv welêt (HNNW) ya çaryeka sêyem a salê (serdema tîrmeh-îlonê) eşkere kirin.
Li gorî vê, HNNWya 2025an di çaryeka sêyem da li gorî heman çaryeka par ji sedî 3,7 zêde bû. Bi vî awayî aboriya Tirkiyeyê trenda xwe ya mezinbûnê derxist 21 çaryekan.
Li gorî rêbeza hilberînê HNNW bi bihayên carî va li gorî heman çaryeka par ji sedî 41,6 zêde bû û derket 17 trîlyon û 424 milyar û 718 milyon lîreyî. Nirxa HNNWyê ya çaryeka sêyem tevî bihayên carî dike 432 milyar û 880 milyon dolarê Amerîkayê.
Ji 2021an û vir va leza mezinbûna aboriya Tirkiyeyê ya li gorî sal û çaryekan wiha ye:
| Sal | Çaryeka 1em | Çaryeka 2yem | Çaryeka 3yem | Çaryeka 4em | Salane |
| 2021 | 8 | 22,4 | 8,2 | 10,4 | 11,8 |
| 2022 | 7,8 | 7,6 | 4,1 | 3,1 | 5,4 |
| 2023 | 4 | 4,6 | 6,5 | 4,9 | 5,0 |
| 2024 | 5,3 | 2,3 | 2,8 | 3,2 | 3,3 |
| 2025 | 2,5 | 4,9 | 3,7 |
