13emîn Zîrweya Îqtisad û Fînansa Îslamî dest pê kir
Istanbul
Ahmet Sait Onerê Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfa ÎLKEyê wiha got, "Em bi xebatên xwe va hewla wê modela îqtisadî didin ku bêedaletiyên pergalên aboriyê mînîmîze bike û her wiha însan û keda wê bide ber çavan. Di vê çarçoveyê da jî em bi rêya ÎKAMê xebatên ku helwesta fînansa adil derdixe pêş, dimeşînin."
Ji hêla Navenda Lêkolînên Îqtisada Îslamî (ÎKAM) ya di bin sîwana Weqfa ÎLKEyê da ye, li Zanîngeha Bogaziçiyê 13emîn Zîrweya Îqtisad û Fînansa Îslamî dest pê kir ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê Ragihandina Global a wê ye.
Oner di destpêka zîrweyê da axivî û bal kişand ku ew wekî weqf, di çarçoveya nirxên Îslamî da xebatan dimeşînin.
Oner bal kişand ku ew di qadên ku li Tirkiyeyê pêdivî pê heye yên wekî zanyarî, polîtîka û sazkirina stratejiyê da tevkariyê dikin û wiha dewam kir:
"Em bi xebatên xwe va hewla wê modela îqtisadî didin ku bêedaletiyên pergalên aboriyê mînîmîze bike û her wiha însan û keda wê bide ber çavan. Di vê çarçoveyê da jî em bi rêya ÎKAMê xebatên ku helwesta fînansa adil derdixe pêş, dimeşînin."
Melîh Turanê Dîrektorê ÎKAMê jî diyar kir, ev çalakiya ku wekî atolyeya îqtisada Îslamî dest pê kir, ji par û pê va wan veguherand zîrweyekê ku hem akademiyê û hem jî sektorê vedihewîne.
Piştî axaftinan di çarçoveya 8emîn Merasima Xelatê ya Îqtisada Îslamî da "Xelata Tevkariyê ya Îqtisada Îslamî" ji Prof. Dr. Hamdi Donduren ra, "Xelata Lêkolînê ya Îqtisada Îslamî" ji Doç. Dr. Necmeddin Guney ra û "Xelata Tezê ya Îqtisada Îslamî" jî ji Dr. Safa Yildiran ra hatin dayîn.
Her wiha "Xelata Perwerdeyê ya Îqtisada Îslamî" jî bi projeya "Fînans Ciwan" va Komeleya ONDER Îmam Xetîban layîq hat dîtin.
Zîrwe heta êvarê dê bi panelan bidome.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
