Zelenskiy biryar da ku Tirkê Tatarê Qirimê Ristem Omerov wekî Wezîrê Parastinê tayîn bike

Kiev
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy eşkere kir, wî biryar da ku Tirkê Tatarê Qirimê Ristem Omerov wekî Wezîrê Parastinê tayîn bike.
Zelenskiy di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Min biryar da ku Wezîrê Parastina Ukraynayê biguherînim. Oleksey Reznikov şerê berfireh ê ku zêdeyî 550 rojî dewam kir jiya. Ez bawer im ku pêdiviya wezaretê bi helwest û awayê danûsitandinê yê nû yê hem ji bo artêşê û hem jî ji bo civakê heye. Niha divê Ristem Umerov derbasî ser wezaretê be."
Zelenskiy diyar kir, ew hêvî dike ku parlamento dê piştgiriyê bide biryara navborî.
- Ristem Omerov kê ye?
Omerovê ku di sala 1982yan da ji dayik bûye, bû yekem Tatarê Qirimê ku dê di dîroka Ukraynayê da bibe wezîr.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.