Ukrayna: Me li herêma Donetskê gundê Andriyivka rizgar kir

Kiev
Alîkara Wezîrê Parastina Ukraynayê Anna Malyarê ragihand, wan li herêma Donetskê gundê Andriyivka yê ber bi Baxmûtê rizgar kir.
Malyarê di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir, yekîneyên Ukraynayê ber bi aliyê Baxmûtê di pêşreviyê da ne.
Malyarê bal kişand ku pevçûnên mezin li herêmên Andriyivka, Kurdyumivka û Klişiyivkayê didomin û wiha got, "Li wir xebereke me ye xweş heye. Andriyivka ya me ye. Li sengerên me bi dest dixin, em qewîn dibin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.