Ukrayna: Di êrîşa Rûsyayê ya dijî Harkîvê da hejmara kuştiyan derket 11an û ya birîndaran jî bû 40

Kiev
Di êrîşa Rûsyayê ya li ser dikaneke ku melzemeyên avahîsaziyê difirot ya li Harkîva bajarê Ukraynayê da hejmara kuştiyan derket 11an û ya birîndaran bû 40.
Serokê Rêveberiya Eskerî ya Herêma Harkîvê Oleg Sînegubov li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku di êrîşa artêşa Rûsyayê ya duh bir li ser dikaneke ku melzemeyên avahîsaziyê difiroşe ya li bajarê Harkîvê da hejmara kuştî û birîndaran zêde bû.
Sînegubov daxuyand ku di êrîşê da 11 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
Sînegubov got ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê rewşa 2 kesan giran e û rewşa kesekî jî xetere ye.
Rûsyayê duh bi bombeyên hewayî li bajarê Harkîvê êrîşî dikaneke melzemeyên înşaetê difroşe kiribû, di êrîşê da 4 kes hatibûn kuştin, 38 kes jî birîndar bûbûn. Hatibû ragihandin ku ji 16 kesan jî tu xeber tune.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.