Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Sererkaniya Ukraynayê ragihand, gundê Andriyivka hat rizgarkirin

Aliia Raimbekova  | 15.09.2023 - Rojanekırın : 16.09.2023
Sererkaniya Ukraynayê ragihand, gundê Andriyivka hat rizgarkirin

Kiev

 Sererkaniya Ukraynayê ragihand, gundê Andriyivka yê li herêma Donetskê hat rizgarkirin.

Di daxuyaniya sererkaniyê da der heqê hakimiyeta artêşa Ukraynayê ya li ser gundê Andriyivkayê da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Hêzên parastinê di dema çalakiyên êrîşê da Andriyivkaya li herêma Donetskê rizgar kirin. Dijmin ji hêla hêza însanî û ekîpmanan da ziyaneke mezin da, hêzên xwe li ser sînorên bidestxistî diedilînin."

Alîkara Wezîrê Parastina Ukraynayê Anna Malyarê duh li ser medyaya civakî ragihandibû, yekîneyên Ukraynayê li herêma Donetskê gundê Andriyivka yê ber bi Baxmûtê rizgar kir.

Malyarê pey ra destnîşan kiribû ku gund nehatiye rizgarkirin û şer û pevçûnên bi hêzên Rûs ra didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın