Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê bi wesayîtên esmanî û behrê va êrîş kirin

Moskova
Wezareta Parastina Rûsyayê daxuyand, Ukraynayê bi wesayîtên esmanî yên bêfirokevan û wesayîtên behrê êrîşî herêmên cuda kir û li Behra Reş êrîşî keştiya şer a Ûris kir.
Wezaretê der barê êrîşan da cuda cuda daxuyanî da û diyar kir, Ukrayna ji duh êvarê pê va seranserê şevê bi wesayîtên esmanî yên bêfirokevan (ÎHA) carekî êrîşî herêma Belgorodê kir, sê caran êrîşî herêma Bryanskê kir. Di daxuyaniyê da hat gotin ku pêşî li êrîşan hat girtin.
Di daxuyaniya din da jî hat gotin ku Artêşa Ukraynayê dora saet 05.00î bi 5 wesayîtên behrê yên bêkaptan êrîşî keştiya dewriyeyê ya bi navê "Sergey Kotov"ê ya Sîtola Behra Reş a Ûris kir û wesayîtên behrê yên bêkaptan bi guleyan hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li dijî axa Qirimê jî teşebisên êrîşê hatin kirin, di saet dora 05.30î da pergalên parastina esmanî yên Rûsyayê li ser axa nîvegiravê 11 ÎHA îmhe kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.