Rûsya: Li herêmên Kaluga û Tverê 2 dronên curebalafir ên Kîevê hatin têkbirin

Moskova
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand, wan li herêmên Kaluga û Tverê 2 dronên curebalafir ên Ukraynayê têk birin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat destnîşankirin, bi şev hewla Kîevê ya êrîşa bi 2 dronên curebalafir a dijî tesîsên li axa Rûsyayê hat têkbirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, pergalên parastina asîmanî dronên Ukraynayê di qada asîmanî ya herêmên Kaluga û Tverê da têk birin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.