Du gogvanên Ukraynayî ji ber êrîşên Rûsyayê can dan
Ankara
Yekîtiya Gogvanên Profesyonel a Navneteweyî (FIFPro) diyar kir ku gokvanên Ukrynayî Vîtalîî Sapylo û Dmytro Martynenko ji ber êrîşên Rûsyayê can dan.
Ji ser hesabê Twitterê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku Sayloyê 21 salî ku di tîma Karpaty Lvîvê da û Martynenkoyê 25 salî ku di tîma Gostomola lîga amatorê da dileyîstin di dema şerê Rûsya-Ukraynayê da hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di alema fitbolê da cara ewile di vî şerê hanê da gogvan hatine kuştin.
Di daxuyaniyê da sersaxî dan malbat û hezkirên gogvanên Ukraynayî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.