Çavuşoglu: "Derengdayîna randevuyên vîzeyê yên Amerîka û Ewropayê gorî me qestî ye"

Ankara
Çavuşoglu: "Derengdayîna randevuyên vîzeyê yên Amerîka û Ewropayê gorî me qestî ye"
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê derengdayîna randevuyên vîzeyê yên Amerîka û Ewropayê da wiha got, "Gorî me qestî ye. Balyozên van dewletan wê bên hişyarkirin. Heger rast nebe wê tevdîrên dijber bên hildan."
Çavuşoglu di bernameyeke Haber Globalê da der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li ser pirsa ku Amerîka û dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) vîzesitanedina welatiyên Tirkiyeyê zehmet dikin da diyar kir Amerîka û hin dewletên Rojavayî "bi qestî" serlêdanên ji bona vîzeyê dirêj dikin û red dikin û wiha got, "Mixabin Amerîka û hin dewletên Rojavayî dema serlêdanê salek, 6 meh, 7 meh û 8 meh dûr dixin."
Çavuşoglu der barê derengdayîna randevuyên vîzeyê yên Amerîka û Ewropayê destnîşan kir qestî dinirxînin û got ku balyozên van dewletan wê bên hişyarkirin. Heger rast nebe wê tevdîrên dijber bên hildan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.