Li Diyarbekirê lêpirsîna terorê ya der barê şaredarên HDPyî da

Diyarbakir
Ji 5 şaredarên HDPyî yên di çarçoveya lêpirsîna terorê da li Diyarbekirê hatibûn binçavkirin jê Belgîn Dîkena Şaredara Yenîşehîrê û Ahmet Kayayê Şaredarê Erxaniyê yên HDPyî ewên ku ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û hatibûn binçavkirin bi şertê edlî hatin berdan.
Dîken û Kaya di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dimeşîne da hatibûn binçavkirin, ew sewqî adliyeyê kirin.
Piştî lêpirsîna dozgeriyê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" ew derkete pêş mehkemeyê.
Mehkemeyê bi şerta "avahiyê xwe terk neke" û "dernekeve dervayî welêt" ew berdan.
Ji bo Kaya jî mehkemeyê dîsa bi qedexeya derketina dervayî welêt û hikmên kontrola edlî biryar da ku ew bê berdan.
Îfadeya Şaredarê Exîlê Mustafa Akkul, Şaredara Sîlvanê Naşîde Toprak û Şaredarê Liceyê Tarik Mercanê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ew jî hatibûn binçavkirin, dewam dike.
Şaredara HDPyî ku ji wezîfeyê hat sitandin, beşdarî çalakiya ku êrîşî hêzên ewlekariyê kirin bûye
Hat tesbîtkirin ku li Diyarbekirê, Şaredara Yenîşehirê Belgin Diken a HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da bi destê Wezareta Karên Navxweyî ji kar hat dûrxistin û hat binçavkirin, beşdarî wê çalakiyê bûye ku bi teqemeniya destçêkirî li dijî hêzên ewlekariyê êrîş hat kirin.
Miemeleyên li ewlekariyê yên Dikena ku duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya ji ber sûcê "avakirin û birêvabirina rêxistina terorê ya çekdar" da hat binçavkirin, dewam dikin.
- Beşdarî serxweşiya terorîst bûye
Di çarçoveya lêpirsînê da hat tesbîtkirin, Diken beşdarî serxweşiya terorîst Zulkuf Gezen ku gava di Girtîgeha Tîpa F ya Tekirdagê da girtî bû, 17ê Adara 2019an da xwe kuşt, bûye.
- Diken beşdarî wê çalakiyê bûye ku bi teqemeniya destçêkirî li dijî hêzên ewlekariyê êrîş hat kirin
Herwiha hat tesbîtkirin ku Diken beşdarî wê çalakiyê bûye ku 15ê Sibata 2015an bi hinceta salvegera girtina serokê rêxistina terorê PKKyê Abdullah Ocalan hat lidarxistin û herwiha durişmên dereqanûnî hatin berzkirin û bi teqemeniya destçêkirî li dijî hêzên ewlekariyê êrîş hat kirin.
Belgin Diken 13ê Mijdara 2019an di çarçoveya miemeleyên edlî yên ku der heqê wê da dewam dikin da û li gorî madeya 127emîn a Destûrê û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya Jimare 5393 da bi erêkirina Wezareta Karên Navxweyî ji kar hatibû dûrxistin, bi erkê madeyên 45emîn û 46emîn ên Qanûna Şaredariyê, Qaymeqamê Yenîşehirê Murat Beşikçi şûna wê wekî "wekîlê şaredar" hatibû peywirdarkirin.