ÎZMIR
Foruma Aboriyê ya Dinyayê, xelata "Zanyarê Ciwan ê Salê" da Doç. Dr. Yusuf Baranê batmanî. Çîroka serfiraziya Baran ku ji navçeya Beşîriyê dest pê dike, nîşan dide ku ligel bêderfetiyan jî meriv dikare gelek serkeftinan bi dest bixe. Baran, li Enstîtuya Teknolojiya Bilind a Îzmirê (ÎYTE) di beşa Bîyolojiya Molekuler û Genetîkê de dixebite.
Baran, ji 2007an vir ve li ÎYTEyê li ser genetîka pênçeşêrê dixebite. Yusuf Baranê ku bi taybetî li ser pençeşêra losemiyê xebitiye, li zanîngehên cuda ligel gelek zanyaran xebitiye.
Yusuf Baran, xwediyê bi qasî pêncî xelatî ye û di 2013an de li "Akademiya Zanistan a Dinyayê" ji bo endamtiya "Akademiya Ciwan a Kurewî" hat hilbijartin.