ANKARA
Anadolu Agency (AA) îsal cara ewil pêşbaziya "Istanbul Photo Awards"ê ya navneteweyî ya tê payîn ku bibe yek ji pêşbaziyên wêneyan ên herî bi prestîj, li dar dixe. Serlêdanên pêşbaziyê îro diqedin.
Di juriya pêşbaziyê de kesên ku li cîhanê navdar in hene û heta niha ji bo pêşbaziyê ji sed welatî serlêdan çêbû. Jurî dê di 14-15ê adarê de li Stenbolê bê bal hev û wêneyên ku bi ser ketin eşkere bike. Encaman dê meha nîsanê bi civîna çapemeniyê ya ku dê bê kirin bi awayekî berfireh ragihînin cîhanê. Piştî ku wêneyên bi ser ketin hatin hilbijartin dê li Stenbol û Ankarayê pêşangeh bê vekirin û dê ji wêneyan albumekê jî çêkin.
Pêşbazî ji ser malperên girîng ên alema wêneyan û çapemiya civakî hat îlankirin. Digel ku dê cara ewil bê lidarxistin jî dîsa ji bo pêşbaziyê eleqeyeke mezin heye.
-Ji pêşbaziyê re ji 100î zêdetir welatî ji 6 hezarî zêdetir wêne hatin şandin
Serlêdanên ji bo pêşbaziyê di 1ê sermawezê de dest pê kirin û ji destpêka serlêdanan heta niha ji pêşbaziyê re ji 100î zêdetir welatî ji 6 hezarî zêdetir wêne hatin şandin. Serlêdanên ku ji ser navnîşana "istanbulphotoawards.com"ê tên kirin dê sibê biqedin. Di pêşbaziyê de dê ji bo çar kategoriyên wekî tekane nûçe, wêneyên rêza nûçeyan, tekane werzîş û wêneyên rêza werzîşê û xelata taybet a juriyê bi tevahî 58 hezar dolar bê dayîn. Dê 8 hezarî bidin yekemînên her kategoriyê, 3 hezarî bidin duyemînên her kategoriyê û hezar û 500î jî bidin sêyemînên her kategoriyê.
-Jurî bi endamên xwe yên ku xelatên Pulitzer û Word Pressê sitandine, balê dikşîne
Pêşbaziya "Istanbul Photo Awards" ji bo beşdariya wênekêşên çapemeniyê yên pispor ên ku bi wêneyên ku kişandin di rojeva cîhanê de cî girtin, vekiriye. Di nav kesên navdar ên di juriya ku dê kesên ku pêşbaziyê de bi ser ketin diyar bike de, Edîtora Wêneyan a Timeyê Alice Gabriner, damezrînerê Shanghai Center of Photography (SCOP)ê Liu Heung , ji dîrektorên Getty Îmagesê Georges Dekeerle û dîrektorê departmana pêşxistina wêneyan a AFPyê Michel Scotto cî digire. Di juriyê de digel fotonûçegihanên ku xelata World Pressê girtine Yuri Kozirev, Guillaume Herbaut û Patrick Chauvel, Berpirsyarê Weşana Nûçeyçn Dîtbarî Ahmet Sel û Edîtorê Serwîsa Wêneyan Firat Çaglayan Yûrdakûl jî cî digirin.
"Istanbul Photo Awards"ê cara ewil di festîvala wêneyên nûçeyan a bi navê "Visa Pour l'Image Perpignan" a ku di 1-7ê îlonê de li Fransayê hatibû lidarxistin de ji wênekêşên navneteweyî re dabûn nasandin.
Agahiyên berfireh ên der barê pêşbaziyê de di malpera "istanbulphotoawards.com"a ku bi taybetî ji bo pêşbaziyê hat vekirin û di navnîşana "anadoluimages.com"ê de cî digirin. Encam dê ji ser portala wêneyan a edîtoryal a online ya herî mezin a Tirkiye, Rojhilata Navîn û Balqanan "anadoluimages.com"ê jî bên ragihandin. Li "Anadolu Images"ê digel arşîva edîtoryal a 94 salî ya AAyê wêne û dîmenên herî rojane û girîng ên ku fotonûçegihanên li çar aliyê cîhanê lê barkirine, cî digirin.