ÎZMÎR
Kargeha nû ya Anadolu Agency ya Miduriyeta Herêma Îzmirê bi merasimekê vebû.
Kargeha Midûriyeta Herêma Îzmirê berê li Bulvara Halît Zîya bû. Kargeha kevn nû ve tê avakirin ji ber vê yekê jî kargeh bar kirin Navenda Kar ya TEV Birselê. Midûriyeta Herêma Îzmirê ya AAyê kargeha nû bi merasimekê vekir.
Ji protokola Îzmirê gelek kes beşdarî merasima vebûnê bûn. Waliyê Îzmirê Mustafa Toprak, Serokê Şaredariya Mezin yê Îzmirê Azîz Kocaoglu, Parlementerê AK Partiyê yê Manîsayê Selçuk Ozdag, Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk û Endamê Lijneya Rêveberiyê yê AAyê Salih Melek bi hev re qurdeleya kargehê birîn.