Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê Kemal Ozturk di merasimê de axivî û got bi saya vê peymanê êdî bi arîkariya DîrectFNê nûçe, wêne û dîmenên AAyê dê li Erebîstana Siûdî û Kûweytê jî bên weşandin.
Oztûrk got ku di warê nûçeyên erebî de niha li Rojhilata Navîn ajansa herî mezin AA e û Ozturk dîsa got ku li 22 dewletên ereban de aboneyên AAyê hene û hez dikin li Erebîstana Siûdî û Kûweytê jî bixebitin.
Ozturk wiha axivî:
"Em her roj bi 7 zimanan nêzî hezar û 800 nûçeyî çêdikin û her wiha em 1.400 wêne û nêzî 250 vîdeoyan diweşînin. Bi van reqeman li dinyayê em di nav ajansên herî mezin de em ya 8emîn in. Înşallah em ê bi piştevaniya we hê xurtir bibin."