ÎSTANBUL
Gule berî buroya AK Partiyê ya Taxa Zumrutevlerê ya ku li Maltepeyê ye dan.
Hin kesên ku nasnameya wan hê jî ne diyar e bi çekan ve êrîşî ser buroya AK Partiyê ya Taxa Zumrutevlerê kirin.
Şahidên bûyerê xeber dan hêzên ewlehiyê û li ser îxbarê polês hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê der derket holê ku 9 gule li cama buroyê ketine.
Ekîbên sivîl ên ku li herêmê bûn jî dîsa li ser îxbarekê hatin ber buroyê û dîtin ku li wê derê pakêtek heye û piştî lêkolînê hat dîtin ku ew qutiya zeytûnê ye û vala ye.
Jêpirsîna ku der heqê bûyerê de dest pê kir dewam dike.