17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Li Wêranşara navçeya Şanliurfayê teqînek çêbû. Di teqînê da zarokekî 3 salî hat kuştin û 15 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li taxa Yenişehirê di nava sîteya dozgeran da seat 20.45an teqînek çêbû.
Ekîbên servîsa Acil ya 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyan.

- "Di teqînê da zarokekî 3 salî canê xwe ji dest da û 15 kes birîndar bûn"
Waliyê Şanliurfayê Gungor Azim Tuna derbarê teqîna li Wêranşarê got: "Wesayiteke bomberêjkirî bi qumandayê hat teqandin. Êrîş li dijî lojmana hat li darxistin. Zarokekî 3 salî canê xwe ji dest daye û 15 kes birîndar bûne. Lojmanan bi şiklekî mezin zirar dît."

- Serokkomar Erdogan telefon ji Walî Tuna ra vekir
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, derbarê êrîşa terorê ya li Şanliurfayê ji Walî Gungor Azîm Tuna agahî stendin. Erdogan ji bo zarokê 3 salî yê ku di êrîşê da canê xwe ji dest go rehma Xwedê lê be û ji bo her 15 birîndaran hêviya şîfayê xwest.
- Ji Wezîrê Navxweyî Soylu daxuyanî
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu di daxuyanîya xwe da got, "Berî demekê teqînek li Şanliurfayê çêbû ku me digot demeke dirêje teqîn û pevçûn li Tirkiyeyê sekinî ne. Li ber lojmanên edliyeyê yên Wêranşarê teqîn çêbû. Derdora 15 kesan bi sivikî birîndar bûn. Zarokekî me yê 6 salî jî şehîd ket. Xwedê rehma xwe lê bike. Namerdeke heye ku nêzîka 5 mehan em di pey da ne, failê gelek bûyeran ev 4-5 meh e. Hêzên me yên ewlekariyê yên qareman bersiva rewa dan û ew kuştin."
Serokwezîr Yildirim di peyama xwe ya sersaxiyê da ya ji bo êrîşa terorê ya li Wêranşara Şanliurfayê got, "Li Şanliurfayê êrîşa terorê ya xwînxwar bû sedema mirina welatiyekî me û birîndarbûna 15 welatiyên me. Ez êrîşê lanet dikim. Rêxistinên terorê ku zarokên bê guneh dikujin û qesta jiyana mirovan dikin wê bi hemi endamên xwe herin helakê."