Li Hekariyê 5 kesên ku 3 jê zarok bûn û rêxistinê dixwest wan bişîne serê çiya bi operasyonên hêzên ewlehiyê ve hatin xelaskirin û teslîmî malbatên wan kirin.
Li Beytûşebaba navçeya Şirnaxê jî duh zarokekî 13 saliyê ku du meh berê çûbû serê çiya ji rêxistinê reviya û telîm bû.
Duh jî li taxa Yeşîldereya Gevera navçeya Hekariyê 3 qîzên ku ji aliyê endamên PKKyê ve hatibûn xapandin di operasyona hêzên ewlehiyê de hatin girtin. S.B. ya 16 salî Z.T.ya 17 salî û F.K. ya 22 salî ji bo ku bişînin serê çiya li malekê hatibûn bi cih kirin û ew jî beriya şandina serê çiya hatin xelaskirin.
Dîsa li Hekariyê duh V.B. ya 16 salî û N.M. ya 26 salî jî ji bo ku teslîmî PKKyê kirin bi wesaîtê dibirin û ew jî bi operasyona hêzên ewlehiyê hatin xelaskirin. Xelaskirina van kesan ji bo gelek malbatan bû hêvî.
Her sê qîzên ku li Hekariyê di malekê de hatibûn girtin ji aliyê dozgeriyê ve duh berê êvarê serbest hatin berdan û malbatên wan jî bi şev hatin û qîzên xwe birin.
Ji qîzan V.B. û N.M hêj nehatine berdan û karên wanên li midûriyeta ewlekariyê hêj didome û hat gotin ew qîzên ku niha girtî ne piştî li dadgehê îfadeyê xwe bidin ew ê jî teslîmî malbatên wan bên kirin.
M.E yê 13 salî yê ku li Beytûşebaba navçeya Şirnaxê teslîm bûbû jî serbest hat berdan.