Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dicleyê (ZD) Prof. Dr. Sabrî Eyîgun, wêneya ku bi Rektora ZDyê Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraçê re kişand, bi çapemeniya civakî re parve kir.
Prof. Dr. Eyîgun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Rektor Prof. Dr. Saraç ev demeke dirêj bû dixwast serê xwe bigre.
Prof. Dr. Eyîgun diyar kir ku Prof. Dr. Saraçê serê xwe girt û cara ewil sergirtî hat meqamê xwe ya li zanîngehê û wiha dewam kir:
"Em bawer in ku niha ji bo sergirtinê xwe amade dît. Lewra berê di qada kamuyê de sergirtin qedexe bû. Piştî ku qedexeya li ser sergirtinê hat rakarin û hin parlementerên jin sergirtî çûn meclisê, ev yek di qada kamuoyê de jî normalîze bû.
Mamosteya me ji ber qedexeyan û ji bo zirar negihêje zanîngehê ev daxwaza xwe neanîbû cih. Mamosteya me niha sergirtî tê meqam û bextewar e. Bi vî awayî rektora me bû yekemîn rektora sergirtî ya Tirkiyeyê."