MARDÎN
Li Nûseybîna navçeya Mêrdînê ji bo ewlehiyê di navbera sînorê Sûriye û Tirkiyeyê de dîwar dihat çêkirin.
Ji ber çêkirina vî dîwarî Seroka Şaredariya Nûseybînê Ayşe Gokkanê dest bi greva birçîbûnê kiribû. BDP û HDPê jî ji bo sekinandina çêkirina vî dîwarî mitîng li dar xistibûn.
Hat dîtin ku li herêmê çêkirinî vî dîwarî niha hatiye sekinandin.
Makîneyên kar ên li herêmê ji bo çêkirina rê dixebitin ji bilî vê brandayên ku berê bi têlên sînor ve hatibûn daliqandin bi destê leşkeran hatin daxistin.
Li navçeyê ji ber berteka ku hin koman nîşanî çêkirina dîwar didin car carna gengeşî derdikeve lê efnafan dikanên xwe negirt.
Seroka Şaredariya Nûseybînê Gokkan jî ji bo muşahedeyê duh birin nexweşxenayê Nûseybînê.