Mehmet Bayrak, Ali Küçük
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
Beydilliyê hilberînerê naverokê yê medyaya civakî di 9ê Hezîranê da ji Kocaeliyê peyatî bi rê ket ku biçe Erebistana Siûdî umreyê. Beydilli di rê da li Boluyê nexweş ket û lewma rêya xwe bi otostopê domand û her wiha ji Edeneyê bi şûnda jî rêwîtiya xwe bi bîsîkleta diyariyî wî kirin, dewam kir,
Beydilliyê ku gihîşt Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê, berî derbasî aliyê Sûriyeyê bibe, ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew xemgîn e ku ew ê ji Tirkiyeyê veqete.
Beydilli bal kişand ku di rê da ew rastî gelek însanên baş hat û wiha dewam kir, "Ez cara ewil diçim Sûriyeyê. Lewma ez meraq dikim ka çi dê derkeve pêşiya min, dê macerayeke cuda be."
Piştî axaftinê, Beydilli derbasî aliyê Sûriyeyê bû ku rêwîtiya xwe ya umreyê bidomîne.