ÎSTANBUL
Danasîna Projeya Mega ya Stenbolê li Navenda Kongreyê ya Stenbolê hat kirin. Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Elvan wiha got: "Me di dinyayê da cara ewil pêşnûmaya tûneleke 3 qatî amade kir."
Projeya mezin a nû ya Stenbolê bi navê "Tûnela Stenbola Mezin a 3 Qatî" hat amadekirin û di projeyê da hem rêya metroyê hem rêya dualî ya wesayîtan yê hebe û 3 qatî be. Bi projeyê va meriv dikare di 40 deqîqeyî da ji Încirliyê here Sogutluçeşmeyê, di 14 deqîqeyan da jî ji Hasdalê here Çamlixa Umraniyeyê.
Danasîna "Tûnela Stenbola Mezin a 3 Qatî" bi beşdariya Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan va kirin. Bi projeyê va xetên metroyê yên Stenbolê û xetên rêbejayê yê bigihêjin hevdu. Di dinyayê da ev cara ewil e ku tûneleke 3 qatî tê çêkirin.
Di Projeksiyona Gihandinê ya 2023yan da hatibû pêşniyazkirin ku Stenbol hewcedarê xeta metroya bilez a ku ji Încirliyê hetanî Sogutluçeşmeyê diçe û rêya bejaya ku trafîka pireya Fatîh Siltan Mehmetê rihet bike û di bin avê ra derbas bibe. "Tûnela Stenbola Mezin a 3 Qatî" ew ê her du projeyan têxe yek.
Bi vî awayî tûnelên cuda yê neyên çêkirin û bi tûneleke 3 qatî va pirsgirêka trafîkê bê çareserkirin. Bi vê projeyê va welatiyên zû ji behrê derbas bin.
Hemû rêyên bigihêjine hev
Bi vê projeyê va dema rêwîtiya di navbera Asya û Ewropayê da yê kêm bibe, welatiyên di 40 deqîqeyan da ji Încirliyê herin Sogutluçeşmeyê, di 14 deqîqeyan da jî ji Hasdalê herin Çamlixa xaçerêya Umraniyeyê. Di rojê da 6 milyon û nîv kes bi 9 xetên metroyê rêwîtiyê dikin. Ev xetên bigihêjin metroya bilez û welatiyên di navbera her du parzemînan da herin û werin. Bi vê projeyê va hemû rêyên mezinê bigihêjin hevdu.
Peyama Serokomar Erdogan
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku "Tûnela Stenbola Mezin a 3 Qatî" yê ji bo aborî û pêşketinê bibe serdemeke baş û xeyalên ji bo Stenbolê pêk bîne.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna ku li Navenda Kongreyê ya Stenbolê hat lidarxistin da projeya "Tûnela Stenbola Mezin a 3 Qatî" îlan kir. Di civînê da peyama Serokomar Erdogan jî hat xwendin.
Erdogan di peyama xwe da got ku ji bo daweta merasima danasîna projeyê gelekî sipas dike û Stenbol bi tenê ji bo Tirkiyeyê na ji bo dinyayê bajarekî girîng û mezin e.
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan ji bo alîkariya ku dan vê projeyê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ra ji bo ku keda wan tev çêkirina projeyê bû jî ji ekîba wezaretê û saziyên têkildar ra sipas kir.