ANKARA
Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanistî (TÎB) destnîşan kir ku li ser gilî û gazinên welatiyan Twîtter hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê TÎBê ve hat kirin, Twîtter ji ber ku mafên şexsî û taybetiya jiyanê binpê dike, ji aliyê dadgehê ve hatiye qedexekirin û ketina wê jî hatiye girtin. Hat gotin ku xebatên girtina Twîtterê di çarçoveya qanûna bi hejmara 5651an û li gor rêzikên dinê hatiye sepandin.
TÎBê di daxuyaniya der heqê girtina Twîtterê de wiha dewam kir: "Twîtter ji ber gilî û gazinên welatiyan û binpêkirina mafên şexsî û taybetiya jiyanê ji aliyê dadgehên Komara Tirkiyeyê ve hat girtin. Ev biryar piştî ku gihîşt destê Serokatiya Ragihandina Telekomunukasyonê, wan jî Twîtterê xwest ku naveroka derxin. Lê li gor hemû hewl û xebatên me yên baş Twîtterê guh neda hişyariyên dadgehê û biryara dadgehên Komara Tirkiyeyê qebûl nekir. Ji ber vê welatiyên me ji bo ku di pêşerojê de zêdetir mexdûr nebin, li gor biryara dadgehê ketina Twîtterê hat girtin."