Türkan Tosun,İbrahim Atmaca
08 Îlon 2020•Rojanekirin: 09 Îlon 2020
Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) li Elezîzê ji bo welatiyên ku malên wan di erdhejê da hilweşiyan wê 17 hezar û 800 avahiyan çêke.
Li Sîvrîceya navçeya Elezîzê di 24ê çileya paşîn da bi lerza 6,8an erdhejek çêbûbû, 41 kes miribûn, gelek avahî hilweşiyabûn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telîmat dabû avahiyên nû bên çêkirin.
Piştî telîmata Erdogan bi serokatiya Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Murat Kurum xebat hatibûn destpêkirin ku 17 hezar û 800 avahî bên çêkirin.
Çêkirina avahiyan dewam dike ku li dora wan jî kargeh, mizgeft, firûn, parkên zarokan, cihên meşê, rêyên dûçerxiyan û behnvedanê wê bên avakirin.
- "Çêkirina avahiyên me bilez dewam dike"
Alîkarê Serokê TOKIyê Omer Faruk Karabayir li cihên ku avahî tên çêkirin geriya û daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Karabayir got piştî erdhejê bi telîmata Serokomar Erdogan û bi serokatiya Wezîr Kurum temelê ewil a avahiyan di meha sibatê da hatiye avêtin û wiha axivî: "Di nav 6 mehan da me li taxa Sursuruyê çêkirina avahiyan temam kir. Dîsa di nav 6 mehan da me ji bo 17 hezar û 800 avahiyan xebat da destpêkirin û çêkirina avahiyên me bilez dewam dike. Wezîr Kurum jî ji nêzva van xebatan dişopîne. Ne tenê avahî 824 kargeh, 12 mizgeft, her taxekî firinek jî tê çêkirin."
- "Heta dawiya salê em ê 8 hezar avahiyan teslîm bikin"
Karabayir anî ziman şewba vîrusa koronayê dewam dike, lê dîsa jî tevdîr hatine dîtin ku xebat di dema tê plankirin da biqedin û li taxên Bîzmîşen, Yemîşlîk, Akçakîraz, Gumuşkavak, Yazikonak, Karşiyaka, Çatalçeşme, Mustafa Paşa, Rustem Paşa û Abdullah Paşayê çêkirina avahiyan dewam dike.
Karabayir wiha pê da çû: "Em plan dikin ku ji 17 hezar û 800 avahiyan jê 8 hezaran heta dawiya salê teslîm bikin. Em ê yên mayî jî sala bê di mehên çileya paşîn, sibat, adar, nîsan û gulanê da teslîm bikin."
- "Li Tirkiyeyê vê gavê li bajarekî reqama herî mezin e ku bi destê TOKIyê tê çêkirin"
Karabayik diyar kir, digel navenda bajêr, li navçeyên Sîvrîce, Maden û Baskîlê ku erdhejê herî zêde ev navçe xerab kirin û li gundên ku li ser navendê ne li gor pêdivî û daxwaza welatiyan wan malên konstruksuyona pola çêkirin.
Karabayir destnîşan kir, piştî ku AFADê pêvajoya xwediyên xaniyan kuta kir, ew derketin îhaleyê û wan çêkirina nêzî 750 avahiyan da destpêkirin, dewlet di her qadê da bi hemû derfetên xwe va ligel mexdûrên erdhejê ye û wiha dewam kir:
"Wek Îdareya Avahiyên Komî heta niha bi tevahî bedela îhaleyên ku me li Elezîzê kirin, nêzî 5 milyar lireyî ye. Ev veberhênan wê paşê jî dewam bikin. Reqema ku min got bedela îhaleyên ku heta niha hatine kirin e. Piştî vî qasî yên plankirî wê werin ser vê. Li Tirkiyeyê vê gavê li bajarekî reqama herî mezin e ku bi destê TOKIyê tê çêkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet, Serokomarê me, hikûmet çiqas girîngiyê dide Elezîzê."
Karabayir bal kişand ku avahiyên ku di erdhejê da xerab bûn an jî xesar dîtin, ji zû va hatibûn çêkirin û li gor usûlên berê hatibûn çêkirin, zexim nebûn.
Karabayir destnîşan kir, avahiyên ku îro hatine çêkirin ji bo erdhejê zexim in, xîmê wan radye ye, betonarme ne û bi pergala qalibê tunêlê hatine çêkirin, ji bo germ û deng hatine nixamtin, derdora wan bi pergal hatiye çêkirin û wiha dewam kir:
"Li taxên Abdullah Paşa, Rustem Paşa, Mustafa Paşa, Sursuru, Karşiyakayê malên kevin ên welatiyan hatin xerabkirin û ji wan ra malên xweştir û modern tên çêkirin."