ANKARA
Kongreya Cihûyan a Amerîkayê (AJC) Xelata Wêrekiyê ya ku di 2004an de dabû Serokwezîr Erdogan paşve xwest, li ser vê Kordînatoriya Dîplomasiya Kamuyê (KDK) ya Serokwezîriyê jî diyar kir ku der barê vê meseleyê de bersiva Tirkiyeyê, bi nameyeke bi îmzeya Balyozê Washîngtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç ve ji kongreyê re şandin.
Li gor daxuyaniya Kordînatoriya Dîplomasiya Kamuyê ya Serokwezîriyê, Serokê AJCyê Jack Rosen bi nameyekê îadekirina xelatê dike, ev jî nîşan dide ku AJC li dijî polîtîkayên dagirker û zilimkar ên hikûmeta Îsraîlê bêdeng e.
Di nameya Kordînatoriya Dîplomasiya Kamuyê ya Serokwezîriyê wiha hat gotin: "Ji ber ku Kongreya Cihûyan a Amerîkayê li dijî wehşeta li Xezeyê bêdeng e, em ê bi kêfxweşî xelata ku di 2004an de dane Serokwezîr Erdogan paşve bişînin, îade bikin. Erdogan ev xelat nebe jî dê li dijî terorîzmê şer bike û hewl bide ku meseleye Filistînê bi rêyên aştîyane çareser bibe û dê Tirkiye tim mal û canê Mûseviyan biparêze."