07 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2019
Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun diyar kir ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê pir sebir kir û bi mitefîqên xwe ra hereket kir û wiha got, "Lêbelê Tirkiye êdî nikare deqeyekê jî bisekine. Jiyana Tirk, Kurd û Ereban di talûkeyê da ye."
Altun li ser Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Niyeta Tirkiyeyê zelal û eşkere ye. (Dixwaze) korîdora terorê ya li ber sînorê me ji holê rake. Bi PKKya ku dijminê gelê Kurd ra ye şer bike. Bi DEAŞê ra têkoşînê bide û pêşî lê bigre ku cardin xurt nebe. Pêdiviya Sûriyeyê ne bi dagirkirina PKKyê, bi rêvebiriyeke herêmî heye."
Fahrettîn Altun destnîşan kir, PKK li herêmên ku dest xistiye paqijiya nîjadî dike û hemû mixalefetan, bi taybetî jî demokratên Kurd ji holê rakirin, gelek saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî ev yek qebûl kirin û wiha dewam kir:
"Li gor hinekan di mijara têkoşîna DEAŞê da SDG/YPG/PKK li herêmê ji Tirkiyeyê ewlehîtir e. Ji bo van kesan feyda wê heye ku em hin tiştan bibîr bixin. Piştî ku Trump biryar dabû ku eskerê xwe vekişîne, SDG/YPG/PKKyê li ser berdana 3 hezar û 200 mehkûmên DEAŞî hevdîtin kiribû.
Tirkiyeyê li Sûriyeyê pir sebir kir û bi mitefîqên xwe ra hereket kir. Lêbelê Tirkiye êdî nikare deqeyekê jî bisekine. Jiyana Tirk, Kurd û Ereban di talûkeyê da ye.
Li herêmên ku ji PKKyê hatine xelaskirin, şûna dagirkiran terorîstan xizmetên Tirkiyeyê wê hebin. Operasyonên Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê daye nîşan ku Tirkiye ji bo hemû Sûriyeyiyan ji aliyê rêvebirî û ewlehiyê va bûye mînakeke baş."