14 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
KONYA (AA) - Tîma Neteweyî ya Ayê ya Fitbolê di pêşbirka xwe ya 10emîn û dawîn a di Koma Ayê ya 2016 Kifşkirina Şampiyonaya Ewropayê de li seheya xwe bi gola Selçuk Înan a di deqîqeya 89an de Îzlanda 1-0 têk bir.
Bi vê skorê ve di nava komê de Tirkiyeyê pûanê xwe derxist 18an. Kazakistanê jî li deplasmanê Letonya 1-0 têk bir. Bi van encaman ve Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê wekî "sêyemînê baştirîn" maf bi dest xist ku rasterast beşdarî fînalên li Fransayê bibe.
Tîma neteweyî ya ku bi kontrol dest bi dewreya duyemîn kir, fitboleke bi kontrol tercih kir, lê li cem qeleya reqîb zêde pozîsyon dernexist. Piştî xeber hat ku Kazakistanê li deplasmana Letonyayê golek avêt, tîma neteweyî di pêşbirkê de rîsk hilda û digel ku di deqîqeya 77an de Gokhan Tore bi qarta sor li dervayê pêşbirkê ma û tîma Tirkiyeyê daket 10 kesî, lê dîsa jî tîma neteweyî atakên xwe zêdetir kirin. Tîma neteweyî, gola ku timî dixwest bavêje reqîb, di deqîqeya 89an de bi Selçuk Înan ve gihîştê û di nava wextê mayîn de jî ev skor mihafeze kirin û 1-0 xalib ji seheyê derketin û maf bi dest xist ku rasterast beşdarî fînalên li Fransayê bibe.
Tîma Îzlandayê li gorî dewreya yekê, di serê dewreya duyemîn de lîstikeke xurttir leyîst. Her ku hûrdem bihurî xurtiya Îzlandayê jî şikest. Îzlandayê bi pasên dirêj va xwest ku gol bavêje, lêbelê Selçuk Înan di deqîqeya 89an de ji frîkîkê gol avêt û Îzlanda 1-0 têk bir.
Di deqîqeya 77an de tîma Tirkiyeyê 10 kes man. Gokhan Tore li orta qadê midaxaleyeke hişk li Bodvarsson kir û ji ber vê hakem Gianluca Rocchi qarta sor derxist û Tore ji maçê îxrac kir.
Di deqîqeya 89an de Tirkiye bi gola Selçuk Înan va ket pêş. Di vê deqîqeyê de tîma neteweyî ji erdê şûteke serbest bi dest xist û Înan hat ber topê û bi awayekî zexm li gogê da. Gog ji aliyê rastê yê qeleparêz Kristinsson derbas bû û gihîşt torê: 1-0
Di wextê mayîn de di skorê de guhartinek çênebû û tîma neteweyî 1-0 xalib ji yarîgehê veqetiya.
Stat: Torku Arena ya Şaredariya Mezin a Konyayê
Hakem: Gianluca Rocchi, Elenito Di Liberatore, Mauro Tonolini (Îtalya)
Tirkiye: Volkan Babacan, Şener Ozbayrakli, Serdar Aziz, Hakan Balta, Caner Erkin, Selçuk Înan, Ozan Tufan, Volkan Şen (Dq. 75an Umut Bulut), Oguzhan Ozyakup (Dq. 62yan Gokhan Tore), Arda Turan, Hakan Çalhanoglu (Dq. 71ê Cenk Tosun)
Îzlanda: Kristinsson, Saevarsson, Ragnar Sigurdsson, Skulason, Bjarnason, Gylfi Sigurdsson, Arnason, Gunnarsson, Gudmundsson, Sigthorsson (Dq. 87an Finnbogason), Bodvarsson (Dq. 82yan Kjartansson)
Gol: Dq. 89an Selçuk Înan (Tirkiye)
Qarta Sor: Dq. 77an Gokhan Tore (Tirkiye)
Qartên Zer: Dq. 22yan Gudmundsson (Îzlanda), Dq. 85an Cenk Tosun (Tirkiye)