ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, berî ziyareta Tirkmenistanê li Balafirgeha Esenbogayê pirsên rojnamegeran bersivand.
Erdogan derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Quds û Mescîd-î Aksayê got "Ev tevgera Îsraîlê tevgerek hovane bû, ev nayê efû kirin."
Erdogan got ku Mescîd-î Aksa ne tenê gelê herêmê hemû misilmanên dinyayê eleqeder dike û wiha dewam kir: "Ev tevgera Îsraîlê ya li ser Mescîd-î Aksayê hovane ye. Tevgereke bi vî şiklî tu caran nayê qebûl kirin û pêkan nîne ku em jî qebûl bikin û li hemberî vê bêdeng bimînin."
Erdogan wiha pê de çû:
"Di vê mijarê de gavên ku hewce dikin, divê bên avêtin. Eksê vê ev êrîş ne netê li ser Filîstîn an Qudsê bên kirin. Qada êrîşan dê berfirehtir bibe. Herwiha li herêmên cuda yên dinyeyê alozî derkevin pêşberî me."
Erdogan fikr û ramanên xwe yên di mijara Kobanê û Helebê de jî diyar kir û wiha got: "Wekî ku me berê jî diyar kiribû, mijara Helebê li gor me ji ya Kobanê xesestir e. Lewra Heleb, navenda aboriyê ya Şamê ya herî girîng e. Navenda dîrok û şaristanê ye."