11 Hezîran 2019•Rojanekirin: 12 Hezîran 2019
Hat tesbîtkirin ku ji 5 terorîstên di 3yê hezîranê da li Liceya navçeya Diyarbekirê hatin berterefkirin yek Felat Kocakayayê di lîsteya gewr a Lîsteya Terorîstên Lê Digerin da cî digre.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di 3yê hezîranê da li çil û çiyayên Liceyê 5 terorîst hatin berterefkirin.
Hat tesbîtkirin ku ji wan terorîstên hatin berterefkirin yek Felat Kocakayayê bi navê "Rizgar Tolhildan" tê zanîn e û di Lîsteya Gewr a Terorîstên Lê Digerin da cî digre û ji bo 300 hezar lire xelat hatiye danîn.
Hat destnîşankirin ku ji wan 5 terorîstên hatin berterefkirin yek jî Yusuf Kayranê bi navê "Zinar" tê zanîn e. Bi vî awayî hejmara terorîstên di lîsteya gewr da ên li Liceyê hatin berterefkirin derkete 2yan.