ÎSTANBÛL
Hat ragihandin ku di karxaneyeke li Zeytînbûrnûyê de teqîn pêk hat û di encama teqînê de 8 kes birîndar bûn.
Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku di îmalatxneyeke li Zeytînbûrnûyê di saet 12.00an de, teqîn pêk hat.
Tîma agirkujiyê bûyer nirxand û diyar kir ku şewat ji ber teqîna tupê pêk hat û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şewat ji ber êrîşên terorî pêk nehat. Di şewatê de yek jê giran bi tevahî 8 welatiyên me birîndar bûn."