13 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Di teqîna ku li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê qewimî de li gor agahiyên ewil 4 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan wesayîteke tijî teqemenî li Taxa Sarikamişê teqiya û ji ber tesîra teqînê welatiyên li navçeyên din jî bi vê bûyerê hesiyan.
Ekîbên Servîsa Bilez a 112yê ku sewqî bûyerê hatibûn kirin welatiyên birîndar birin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Xizm û nasên birîndaran li ber nexweşxaneyê giriyan.
Ji ber tundiya teqînê li cihê bûyerê çaleke mezin çêbû û hin wesayît û gelek malên li derdorê jî zirar dîtin.
Ekîbên AFAD û UMKEyê li cihê bûyerê kar û barên xwe dikin û jêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dabû destpêkirin jî didome. Wisa tê texmînkirin ku di dema amadekirina teqemeniyê de teqîn qewimiye.