MUGLA
Li Bodrûma navçeya Mûglayê tekneya ku bi rêya îllegal qaçax derdixist derveyî welat binav bû û di encamê de 5 kes xeniqîn û 8 kes jî hatin xelaskirin.
Tekneya ku ji Bodrûmê ber bi Girava Kosê ya Yûnanistanê bi rê ket, tê de 15 qaçaxên welatiyên Sûriyeyê û Iraqê hebûn, lê dema ku tekne bi qasî 2 mîlan ji Bodrûmê dûr ket li nêzî Girava Karayê ji ber sedemeke ku hê jî nayê zanîn binav bû.
Masîgirên ku ji wir re derbas dibûn agahî dan tîmên Ewlekariya Qiraxan. Tîmên ewlekariya qiraxan ligel hêlîkoptêreke Fermandariya Ewlekariya Qiraxan ve dest bi xebatê kirin.
Tîman tevî jinekî 8 qaçaxên ku ber xeniqînê bûn, xelas kirin. Hin qaçax birin nexweşxaneyên li navçeyê û hinekê din ên ku rewşa wan baş bûn jî birin Fermandariya Ewlekariya Qiraxan.
Tîmên ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê dimeşandin, rastî cesedên 5 qaçaxan hatin. Cesedên qaçaxan bi botan anîn û şûnde rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê.
Ji bo tespîtkirina nasnameya qaçaxên mirî xebat dan destpêkirin.