ÎSTANBÛL
Di çarçoveya "Doza 28ê Sibatê" ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a 5an a Enqereyê dihat birêvebirin de ji bo serokwezîra berê Tansû Çîller jî wek mexdûr bê guhdarkirin biryar hatibû dayîn.
Çîller li ser biryarê ji bo ku bi telîmatê îfade bide hat Qesra Dadgeha Stenbolê ya ku li Çaglayanê ye.
Serokwezîra berê Tansû Çîller di "Doza 28ê Sibatê" ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a 5an a Enqereyê tê birêvebirin de wek "gilidara mexdûr" dê beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 2an a Stenbolê bibe. Lewra ew doz ku li ser daxwaza kesên ku îdia dikirin di çarçoveya dozê de mexdûr bûne li ser talîmatê hat vekirin.
Di rûniştinê de wisa tê texmînkirin ku Çîller dê wek "gilîdara mexdûr" îfadeya xwe bide lewra berê jî di sê rûniştinan de gazî kiribûnê lê ji ber hin sedeman beşdar nebûbû.