HAKKARÎ
Bereketa "baxçeyên sêvên xilçik" yên li Gevera Hakkariyê hatibûn avakirin cotkar kêfxweş kirin.
Di çarçoveya Pêşnûmaya Cotkariya Sêvan de Odeya Ziraetê ya Yuksekovayê 6 sal berê li navçe û gundan 4 baxçeyên cuda ava kir.
Li baxçeyê ku Hasan Saydam li gundê Salkimliyê ya ku 40 kîlometreyî dûrî navçeyê avakiribû bereketeke zehf zêde çêbû. Ji ber vê yekê jî li Yuksekovayê cotkariya sêvan bal kişand.
Saydam daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di baxçê wî de 300 darê sêva hene û ji baxçe salê 3 ton sêv hildide. Saydam got ku malbata wî ji 12 kesan pêk tê û debara xwe bi saya sêvên ku li van baxçeyan digihêjin dikin.
Saydam ragihand ku sala par zivistanê zehf berf barî û ji ber vê jî hin darên sêvan hişk bûn lê belê darên ku derketine biharê jî bi bereketeke rind sêv dan.
Saydam diyar kir ku xêncî sêvan darên hirmiya jî xwedî dike û wiha axivî: "Li vira bi taybetî sêvên kesk ewên ku bi navê "sêvên zivistanê" tên zanîn zehf rind mezin dibin. Em kîloya wan bi 2 lîreyan difroşin. Lênêrîna darên mêweyan pir zor e û em di dermankirinê de pir zihmetiyê dikşînin. Ji bo vê jî divê cotkaran der heqê lênêrîna darmêweyan de agahdar bikin."
Saydam îdia kir ku sêvên wî bi tehm û qalîteya xwe ve dibe reqîbê sêvên Amasyayê û gava ku piştevaniyê bidin cotkaran li navçeyê xwedîkirina mêweyan dê dest pê bike.