BAYBURT
Li Bayburtê di qursa şivantiyê de şivanên xwedî sertîfîka tên perwerdekirin.
Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê, Saziya Kar a Tirkiyeyê û Yekîtiya Odeyên Zireetê ya Tirkiyeyê ji bo ku şivanî bibe pîşeyekî ku bala mirovan dikşîne qursek vekirin.
47 kes beşdarî qursa şivantiyê bûn. Di qursê de dersên heywan çêrandin, xwedîkirina wan, parastina wan û ji bo ku heywan nexweş nekevin tevdîrên ku divê bên dîtin tê dayîn. Pisporên midûriyetê rojê 8 saetan dersê didin beşdarvanan.
Piştî perwerdeyeke 120 saetan beşdarvan wê sertîfîkaya şivantiyê hildin.
Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Abdulkadîr Karabulut ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di salên dawîn de bi piştgiriya wezaretê ve heywandarî pêş ketiye.
Karabulut got ku ji bo pêşveçûna heywandariyê hin pirsgirêk hene lê wezaret xebatan dike ku ev pirsgirêk bên çareserkirin.
Veysel Turanê ku 30 sal e şivantiyê dike jî beşdarî vê perwerdeyê bûye û Turan wiha axivî: "Der barê heywanan de evqas agahiya me tunebû. Tu kesî ev agahî nedabûn me."