ANKARA
Li Şirnexê, welatiyan çawişê pispor ê ku digel malbata xwe ji nexweşxaneyê vedigeriya û PKKya rêxistina terorê rê li ber wan girt, xilas kir.
Bûyer duh li Qada Omer Kabakê ya Şirnexê qewimî. Çawişê pispor yê ku li Fermandariya Tabûrê ya Tevgera Taybet a Cendirmeyê wezîfedar e û navê wî nehat eşkere kirin, duh digel zarokên xwe xanima xwe bir nexweşxaneyê.
Dema ku çawişê pispor vedigeriya malê, 4 endamên PKKya rêxistina terorê, li Qada Omer Kabakê rê lê birîn. Divê navê de çawiş hewl da ku gule berde wan lê belê ji bo zarok û xanima xwe tiştek nekir.
4 terorîstên ku rê li çawiş girtin, erebeya wî dan sekinandin û ew ji wesayitê peya kirin. Di vê navê de xanima wî jî ji wesayitê peya bû û hat cem çawiş got "Ku em kuştin bila bi hev du re bikujin." Zarokên wan jî bi xof ev bûyera temaşe kirin.
- Welatiyan midaxele kir
Di vê navberê de welatiyên ku li qadê bûn, ji bo parastina çawişê pispor û malbata wî hewl dan. Terorîstan ji bo ku welatiya bitirsînin gule berdan hewayê. Welatiyan jî di vê navberê de çawiş û malbata wî li wesayiteke din siwar kirin û ji qadê şandin cihekî din.
Dema ku çawişê pispor digel malbata xwe ji qadê dûr diket, endamên rêxistina terorê gule berdan wî û ew birîndar bû. Lê birîna çawiş giran nîne.
Tîmên ewlekarî û cendirmeyê yên ku piştî bûyerê hatin herêmê, li vir ji bo qefaltina terorîstan operasyon dan destpêkirin.