KAHRAMANMARAŞ
Hat ragihandin ku li Pazarcika navçeya Kahramanmaraşê 40 şikeftên ku tê gotin ji bo esilzadeyên Romayê wek gorên kevir hatine çêkirin dê bên parastin.
Di şikeftên ku li herêma Yûkari Pazarcikê ne de gorên kevir û sarincên avê yên ku bi qasî 10 mîtroyî kûrin hene. Di dema Romayê de ji bo kesên esilzade,dewlemend û leşkerên payedar hundirê zinaran diqewirandin û wek gorê bikardianîn. Di van goran de beşên ji hev cihê jî hene.
Li gor lêkolînan ev şikeft nêzî 3 hezar salan e hene û li ser rûyê dinyayê gelek hindikin, di gorên şikeftan de bi qasî 4-5 mîtro jî cih heye. Di hundirê şikeftan de şivak, ref û zaxe hatine çêkirin.
Bi saya xebatên ku Serokê Şaredariya Pazarcikê Yakûp Hamdî Bozdag da dest pêkirin "40 şikeft" û Gola Baglamayê ya tijî çîçekên nîlûferê dê kêrî tûrîzma bajêr bê.
Xebatkarên Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê ya Wezareta Daristan û Karên Avê li herêmê lêkolîn kirin, ew ê ji bo restorekirin û parastina van şikeftan raporekê amade bikin û ji wezaretê re bişînin.
Şaredarê bajarokê Bozdag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew dixwazin Pazarcikê bikin ji yek navendên tûrîzmê.