GUMUŞHANE
Şikefta Karacayê ya di nav sînorê Torûla navçeya Gumuşhaneyê de dimîne û restorasyona wê hat kirin, piştî 5 mehan ji bo dîtinê hat vekirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Ekrem Akdogan daxuyanî nûçegihanê AAyê û got şikeft ji 15yê çiriya paşîn heta niha ji bo xebatên nûkirinê hatibû dadan. Akdogan got ku wan sîstemên ronahiyê yên nû çêkirin û rêya şikeftê jî fireh kirine.
Akdogan destnîşan kir ku şikeft sala 1996an hat vekirin û heta niha nêzî milyonekî tûrîstên herêmî û yên biyanî şikeft ziyaret kirine.
Şikefta Karacayê ji navenda bajer 17 kîlometre dûr e û ji behrê jî hezar û 550 mêtro bilind e.