BIDLÎS
Di çarçoveya Projeya "Serşivanê Kerî Ez im" de li navend û navçeyên Bedlisê şivan tên perwerdekirin û di dawiya qursê de, sertifîkayê didin şivanan.
Endazyarên zireatê û baytaran di çarçoveya projeyê de ji bo şivanan bernameyeke ku ji 120 saetan pêk tê amade kirin û 100 şivan perwerde kirin.
Di nav Wezareta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê, Miduriyeta Xebat û Saziya Kar, Yekîtiya Odeyên Zireatê ya Tirkiyeyê û Yekîtiya Xwedîkirina Bizin û Miyên ji bo tov de protokol hat îmzekirin. Di vê çarçoveyê de dê 100 kesên ku hatin diyarkirin bên perwerdekirin.
Wekîlê Midûrê Saziya Xebat û Kar a Bedlisê Eşref Aslan, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku cara ewil li bajarên pîlot ev xebat hat destpêkirin lê di pêvajoyê de dê li hemû bajaran ev proje bê birêvebirin.
Aslan got ku herî zêde kesên ku heywanan xwedî dikin û xwedî heywan in beşdarî qursê bûn û da zanîn ku armanca qursê tenê perwerdeya şivantiyê nîne, bi saya perwerdeyê dê kesên ku beşdarî qursê bûn baştir heywanên xwe xwedî bikin.
Takyettîn Orûkê ku beşdarî qursê bû got ku xira qursê ji wan re hebûye û da zanîn ku tiştên ku di qursê de fêrbûne bi kar anîne.