Önder Beyter
23 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli ji Nexweşxaneya Ankarayê ya Zanîngeha Başkentê ku serê sibê rakiribûnê, hat tabûrcîkirin. Herwiha Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca jî ragihand ku rewşeke zerûrî tuneye ku Bahçeli li nexweşxaneyê were razandin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca li Nexweşxaneya Ankarayê ya Zanîngeha Başkentê, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli ziyaret kir.
Koca piştî ziyaretê daxuyanî da rojnamegerên li ber nexweşxaneyê û diyar kir ku tenduristiya Bahçeli bi giştî baş e û wiha got, "Rewşa wî ya giştî gelekî baş e, dê bîstek şûnda tabûrcî be. Herwiha rewşeke zerûrî tuneye ku Bahçeli li nexweşxaneyê were razandin."
Qasek piştî daxuyaniya Wezîr Koca, Serokê Giştî yê MHPyê Bahçeli piştî dermankirina ku 5 saetan ajot, bêyî ku daxuyaniyê bide, dest xwe ji bo endamên partiyê yên ku li ber nexweşxaneyê li bendê bûn, li ba kir û derbasî wesayîta xwe bû.
Bahçeli'ye, Rektorê Damezirîner yê Zanîngeha Başkentê Mehmet Haberal û Dîrektorê Dem û Dezgehên Tenduristiyê Ali Haberal jî heya cem wesayîtê, Bahçeli derbas kirin.